Gewrî

Merheba ji wer canik û camêrno. Heyra gelo gewrî (bademcîk) qe li we ketiye. We êşa wê jiyaye. Hûn bi taya wê bi ricifê ketine. Ku ne hatibe serê we ji xwe re şikur bikin. Ev deh rojên dawîn gewrî li min ket û ez ji halekî ketim halekî. Min bawer nedikir ku dîsa ez werim ser hişê xwe. Bi rojan ne xwarin û ne vexwarin. Him mahdê min tune bû û him jî gava min tişt dadiqurtan weke kêr li gewrî û qirikamin bikeve diêşiya. Hew, bo ku ez dermanê xwe bixwim min hinek fêkî dixwar. Ew jî bi çi şkencê. Tansiyona min wer diket û ez gêj dibûm.

Ku ez radibûm ser xwe weke mirîşka gêj ez li belka guhê dîwara diketim. Ez sirf daxil û di nava cîhan da bi taya gewriyê diqilqîlim. Ez ji zarokatiyê ve heta niha vê êşê dikşînim. Lê weke vê carê nebû. Min digo ez ê destê xwe têxim qirika xwe û gewriya xwe ji qiraka xwe hilqetînim. Bi serê xetoyê dînik ez hatibûm wê merhelê ku min digo, ya rebî, tê emanetê xwe bistîne bistîn û êdî min ji vê êşê pak bike. Kabûsê ku min di wan çend rojan de dît, di temamê emrê xwe de min nedîtibû. Gurên manco laşên min gez dikirin. Hûtan ez di nava nigên xwe de weke hevîr distirandim û çi û ne çi lo. Bi qêrînek bê deng min digo haho û hezar car hahoo. Niha hûn dibên, ma çawa bû, her û wer gewrî li te ket. Erê heyra, ez jî dibêjim her û wer du hebikên weke xaran û van tiştana bîne serê mirov. Yaho niha tiliya merê, pişta merê, piyê merê û hwd biêşe, hew ew êş e lo. Lê ev du heb xarikên di qirikê da ku van îşa tîne serê mirov merê şaş dimîne. Ev halê ku ez ketimê sûcê dixtora jî tê de heye.

Cara ewil ku ez çûme dixtor derzîk penîsîlîn li min xist û heb dane min. Min go, dixtor ez bi êşa xwe zanim. Derziyan bi min de. Go na na tê bi heba baş bibî. Du roj derbas bû lê ez hîn di haletê mirinê da bûm. Ji ber ketina tansiyonê ez wer xayîs bûm. Dîsa ez çûm dixtorê beşa lezgîn. Go, elema qirêkê hîn di cîh de ye. Em ê bo tansiyone serûmê bi te din û tu hebê xwe devam bike. Lê ka yê ku baş bibe. Cara sisêyan ez çûme nexweşxaneya taybet. Çawa dixtor li gewrî û qirika min nerî go, te çi aniye serê xwe. Ev çend rojin tu werê ye. Min go, ji dixtorê hevalê xwe bipirse. Go, qirik û gewrî li te xetimiye. Ev elema girtiye bi heba baş nabe. Axir derziyên antibiyotik dane min. Her çiqas ew ka min ji derziya bû serat jî ro bi ro ez baş bûm.

Belê, deh rojên di tayê da li min bibû deh sal. Di tayê da min bang dikir û min digo, ax xaltiya Rebîa. Niha tu sax ba û te ez rihet bikirima û min deh rojan vê êşa han nekişanda. Belê heyra, li gund xaltiya Rebîa dixtorê me bû. Ku gewrî li me diket di rojekê em rihet dikir. Di nexweşiya gewriyê da xaltiya Rebîa berberî sed dixtorên niha bû. Tiliya xwe dixist qirika me, gewriya ku elem girtiye bi tiliya xwe pakiş dikir. Hûnê bawer nekin lê di saetekê da em baş dibûn. Ku tu diçû mala wê jin û pîrek zarokên wan di hembêza wan da benda dora xwe bûn. Dora gewrî hilanîn weke dora tenûrê bû. Xaltiya Rebîa, di zarokatiya min da bi dehan caran gewriya min hilanîye.

Di van nexweşiyê wiha tipa alternatîf yek derb e. Xwe wir da û wê da nebin û nînin heyra. Rastî ev e û vê yekê jî ne ku ez ji tiliya xwe bêhn dikim û dibêjim. Ji tecrûbêyê ku min jiyaye dibêjim. Hûn bawer bikin ku xaltiya Rebîa sax ba yan jî kesekî weke wê zanîbûya gewrî hilanda ez ê biçûma ba wan. Ez ê di saetekê baş bibûma û min xwe bi heb û derziya şerpeze nedikir. Ne ku ez tip û dixtorê niha xirab dikim ha. Lê di hin nexweşiyên weke gewriyê da tipa alternatîf yek derbe. Wele heyra bi vê nexweşiya gewriyê qîmeta xaltiya Rebîa min bêtir fam kir. Taba wê li ser me pir çêbû. Cîhê ta bihuşt be xaltî. Û yê min jî ev nexweşî dûrî min be. Here û hew were.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*